Li Meksîkayê teyareya rêwiyan ket xwarê

Li Durangoya bajarê Meksîkayê teyareyeke rêwiyan piştî rabûnê ket xwarê, 101 kesên di teyareyê da birîndar bûn.

Li Meksîkayê teyareya rêwiyan ket xwarê

Hat ragihandin ku li Durangoya bajarê Meksîkayê teyareyeke rêwiyan demek piştî rabûna xwe ket xwarê û 101 kesên di teyareyê da birîndar bûn.

Rêhewaya Aeromexicoyê li ser Twîtterê daxuyanî da û diyar kir ku teyareya ji Balafirgeha Guadalupe Victoriayê rabibû here Mexîco Cîtyê 5 deqîqe şûnda ket xwarê.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku lêkolîna ser bûyerê hê dewam dike.

Li gor xeberên di medyaya herêmî da hatin weşandin, di teyareyê da 97 rêwî û 4 miretebat hebûn.

- Birîndar bûn

Jose Aispuroyê Waliyê Eyaleta Durangoyê di hesabê xwe yê Twîtterê da diyar kir ku wezîfedarên tenduristiyê sewqî herêmê kirin.

Aispuro destnîşan kir ku 101 kesên di teyareyê da bûn li heyatê ne û di qezayê da bi tenê birîndar bûn.

Wezîfedarekê tenduristiyê jî got ku rewşa 12 kesan giran e.

 


AA

Dîroka nûkirinê: 01 Tebax 2018, 09:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE