Li Meksîkayê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 296 kes mirin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetan da 296 kes mirin, bi mirina van kesan hejmara miriyan derket 39 hezar û 184an.
Li welêt hejmara kesên bi wan ra Kovîd-19 hat tespîtkirin jî 5 hezar û 311 zêde bû û gihîşt 344 hezar û 244an.
Heta niha 217 hezar û 423 kes ji virûsê filitîn û baş bûn.
Li Meksîkayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin, cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.
Li welêt Kovîd-19 cara ewil di 28ê sibatê da hatibû tesbîtkirin, cara ewil di 19ê adarê da mirovek ji ber vîrusê miribû.
AA