Li Meksîkayê di 24 saetan da 770 kes ji ber Kovîd-19yê mirin

Li welêt 4 hezar û 930 nexweşên din jî hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19yê ketine derket 159 hezar û 793yan.

Li Meksîkayê di 24 saetan da 770 kes ji ber Kovîd-19yê mirin

Li Meksîkayê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da 770 kesên din jî mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê ji ber Kovîd-19yê 770 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 19 hezar û 80yî.

Li welêt 4 hezar û 930 nexweşên din jî hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19yê ketine derket 159 hezar û 793yan.

Hejmara kesên vîrusê ketin û paşê baş bûn jî 119 hezar û 355 e.

Li Meksîkayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin, cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.

Li welêt Kovîd-19 cara ewil di 28ê sibatê da hatibû tesbîtkirin, cara ewil di 19ê adarê da mirov ji ber vîrusê miribûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE