Li Meksîkaya welatê Amerîkaya Başûr di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 447 kes mirin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê weşand, li welêt di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 447 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 9 hezar û 44an. Li welêt 3 hezar û 377 kesên din jî bi vîrusê ketin û hejmara pêketiyan jî derket 81 hezar û 400 kesî.
Li Meksîkayê cara ewil di 27ê gulanê da rojane hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin gihîştibû 500î. Li Meksîkayê cara ewil di 28ê sibatê da waqieya Kovîd-19ê hatibû tesbîtkirin û di 19ê adarê da kesê ewil miribû.
Li gor Worldometera malpera aghahiyên Kovîd-19ê diweşîne, di mijara miriyên ji ber vîrusê da Meksîka li dinyayê di rêza 8an da ye.
AA