Li Meksîkayê di poşetan de 12 cesed hat dîtin

Li Meksîkayê di poşetên plastîk da cesedê 12 kesan ên parçekirî hatin dîtin, 5 cesed yê jinan in.

Li Meksîkayê di poşetan de 12 cesed hat dîtin

Di daxuyaniya dozgeriya eyaleta Jaliscoyê da hat diyarkirin ku ji 52 poşetên li eraziyekî nêzî bajarê Guadalajarayê hatin dîtin li ser 33 heban analîz hatin kirin û dibe ku di pêvajoya pêşiya me da hejmara miriyan zêde bibe.

Hat ragihandin ku parçeyên cesedan ên di 33 poşetan da hatin dîtin yê 12 kesan e, 7ê wan mêr in û 5ê wan jî jin in.

Di meha îlonê da jî li nêzî Guadalajarayê di 119 poşetan da parçeyên cesedan hatibûn dîtin û hatibû tesbîtkirin parçe aîdê cesedê 41 kesî ne.

Li Meksîkayê di sala 2006an da li dijî kartelan şer dan destpêkirin û hê dawiya wî şerî nehatiye, hetanî nika di pevçûnan da ji 300 hezarî zêdetir ker hatin kuştin. Di pêvajoya 340 hezar welatiyên Meksîkayê ji cî û warên xwe hatin kirin da 40 hezar kes jî winda bûn.

Li Meksîkaya serjimara wê 120 milyon e par 35 hezar û 694 cinayetên têkiliya wan bi kartelên hişbirê ra hene hatin kirin. Li welêt di sala 2017an da 32 hezar û 79 kes hatin kuştin, hemara kesên îsal hatin kuştin jî ji niha va derkete 26 hezarî.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Mijdar 2019, 17:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE