Li Meksîkayê di qasaya kamyonekê da 6 cesedên şewitî hatin dîtin

Li Meksîkayê di qasaya kamyonekê da 6 cesedên şewitî hatin dîtin

Li bajarê Guanajuantoyê yê Meksîkayê di qasaya kamyonekê da 6 cesedên şewitî hatin dîtin.

Li gorî nûçeya çapemeniya Meksîkayê, li ser îxbarê li ser rêbejaya Valle de Santiago ya semtê La Magdalenayê lêkolîn hat kirin.

Di lêkolînê da peywirdar di qaseya kamyonekê da rastî 6 cesedên şewitî hatin, bi beşdariya dozgeriyê cesed ji kamyonê hatin derxistin.

Her wiha der heqê bûyerê da lêpirsîn hat destpêkirin.

Ji aliyekî din va li heman herêmê di îxbarên ji 23yê Cotmehê vir va da 10 cesed hatin dîtin.

Bajarê Guanajuatoyê li Meksîkayê yek ji wan bajaran e ku hejmara cinayetan herî zêde ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE