Rayedaran ragihand, firokeya eskerî ku ji bo temirandina agir alîkarî dida, li nêzî bajaroka Jalpan de la Sierra ya eyaleta Queretaroyê ket nav daristanê û 5 jê esker 6 kesên ku di firokeyê da bûn, mirin.
Der heqê sedema ketina firokeyê da tu daxuyanî nehat dayîn.
Ji bo bûyerê lêkolînê dest pê kir.
Li welêt di hefteyên dawîn da ji ber germ û hişkahiyê agir bi gelek daristanan ket.