Li Meksîkayê kamyona penaberên bêdestûr tê da bûn qelibî û 54 kes mirin

Li Meksîkayê kamyona penaberên bêdestûr tê da bûn qelibî û 54 kes mirin

Li başûrê Meksîkayê TIRa tê da penaberên bêdestûr hebûn li ser rê qelibî û gorî tespîtên ewil 54 kes mirin û 59 kes jî birîndar bûn.

Dozgeriya eyaleta Chiapasê daxuyanî da û ragihand ku TIReke ku penaberên bêdestûr awayek qaçax dibir, li dîwarekî keviya rê xist û qelibî.

Di qezayê da 54 kes mirin û 59 kes jî birîndar bûn.

Rayedaran gotin ku di dorseya TIRê da 107 koçber hebûn û piraniya wan jî welatiyên Guatemala, Honduras û El Salvadorê bûn.

Waliyê Chiapasê Rutilio Escandon ji ser Twitterê daxuyanî da û got ku ew li cem kesên qeza kirine cî digirin û ji bo dîtina berpirsyaran jî hewl didin.

Dozgeriyê ragihandibû ku der barê bûyerê da dest bi lêpirsînê kirine.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE