Li Meksîkayê li nêzîkî sînorê Amerîkayê pevçûn: 14 kuştî

Li Meksîkayê li nêzîkî sînorê Amerîkayê di pevçûna hêzên ewlekariyê û kesên çekdar da 14 kes hatin kuştin.

Li Meksîkayê li nêzîkî sînorê Amerîkayê pevçûn: 14 kuştî

Li Meksîkayê li nêzîkî sînorê Amerîkayê di pevçûna hêzên ewlekariyê û kesên çekdar da 14 kes hatin kuştin.

Waliyê eyaleta Coahuilayê Miguel Angel Riquelme di daxuyaniya xwe ya ku da çapemeniya xwemalî da diyar kir ku kesên çekdar bi kamyonan bi ser bajarokê Villa Union da girtin, êrîşî avahiyên rêveberiya herêmî kirin û li ser vê jî peywirdarên federal midaxaleyî rewşê kirin.

Hat destnîşankirin, pevçûna hêzên ewlekariyê û çekdarên ku tê texmînkirin endamên Kartela Rojhilatê Bakur in, saetekê ajot û di encamê da 4 jê polês 14 kes hatin kuştin, hinek xebatkarên şaredariyê jî wenda ne.

Riquelme herwiha diyar kir ku ji bo aramiyê, hêzên ewlekariyê dê heta çend rojên din jî li bajarokê bimînin.

Li ser medyaya civakî jî vîdeoyên cebheya pêşiyê ya avahiya şaredariya Villa Unionê ku hatiye gulebarankirin û wesayîtên şewitandî hatin parvekirin.

- Zêdetirî 300 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, 40 hezar kes wenda bûn

Li Meksîkayê di şerê ku sala 2006an li dijî kartelan hat destpêkirin û hê jî dawî lê nehatiye da, heta niha zêdetirî 300 hezarî kesî jiyana xwe ji dest da. Herwiha di pêvajoya ku qedera 340 hezar Meksîkayî ji cih û warên xwe bûn da nêzîkî 40 hezar kesî jî wenda bûn.

Herwisa li Meksîkaya ku nifûsê wê 120 milyon e, par 35 hezar û 964 cinayetên ku bi piranî têkildarê kartelên hişbirê ne, hatin kirin.

Li vî welatî sala 2017an 32 hezar û 79 kes hatin kuştin, îsal hejmara kesên ku bûn qurbanî ji niha da gihîşt 26 hezarî.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2019, 10:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE