Li Guanajuatoya eyaleta Meksîkayê kesên çekdar êrîşî barekê kirin, 5 kes kuştin.
Di xebera rojnameya El Universalê da hat diyarkirin ku li bajarê Salamancayê piştî nîvê şevê êrîşkar ketin barê û gule berê xebatkar û mişteriyan dan.
Rayedarên Salamancayê di daxuyaniyê xwe da diyar kirin ku di êrîşê da 5 kes hatin kuştin.
Sedema êrîşê nehat eşkerekirin.
Hat ragihandin ku li Guanajuatoyê di 8 mehên ewil ên îsal da 2 hezar û 275 cinayet hatin kirin.
Hatibû destnîşankirin ku li Meksîkauê di nîva ewil a sala 2019an da 17 hezar û 608 kes hatin kuştin.