Li Meksîkayê êrîşa biçek: 7 kuştî

Polêsên herêmê di meha tebaxê da di rojekê da li ser kuçeyên Cancunê rastî cesedê 8 kesan hatibûn.

Li Meksîkayê êrîşa biçek: 7 kuştî

Hat ragihandin ku li Meksîkayê li bajarê Cancunê di êrîşeke biçek a dijî malekê da 7 kes hatin kuştin.

Alberto Capellayê berpirsê ewlekariya eyaleta Quintana Roo ku bajar lê ye, diyar kir ku êrîşa biçek li dijî maleke hinekî dûrî navenda bajêr hat kirin û herwiha ew texmîn dikin ku şer di navbera firoşkarên hişbirê yên li ser kuçeyan da derket û tê da 7 kes hatin kuştin.

Capella diyar kir ku êrîşkar revîn û wiha dewam kir, "Lêkolînên ku me heta niha li ser cinayetê kirin, didin nîşan ku ev êrîş ji ber nakokiyeke di navbera firoşkarên hişbirê hatiye kirin." 

Polêsên herêmê di meha tebaxê da di rojekê da li ser kuçeyên Cancunê rastî cesedê 8 kesan hatibûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Çile 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE