Polêsên Îsraîlê piştî nimêja sibê bi guleyên plastîk û bombeyên deng va midaxaleya cimaeta ku ji Mescîda Eqsayê derdiket kirin, 10 kes birîndar bûn.
Li Harema Şerîf piştî nimêja sibê bi sedan kes di navbera Mescîda Qibleyê û Qubbetus Sahrayê da kom bûn, alayên Filistîn û Hamasê nîşan dan.
Komê dirûşmeyên "Canê me, xwîna me ji bo te feda be hey Eqsa" û "Em hemû Şêx Cerah in" bilêv kir û ew ber bi Deriyê Şêr ê Eqsayê û Deriyê Hutayê va meşiyan.
Polêsan bi guleyên plastîk û bombeyên deng va midaxaleya cimaeta ku ji Mescîda Eqsayê derdiket kir, Filistîniyan jî kevir û şûşe avêt polêsan.
Li gor daxuyaniya Hîva Sor a Filistînê di bûyerê da jê 5 kes ji serê xwe tevahî 10 kes birîndar bûn.
Eskerên Îsraîlê hin Filistînî jî binçav kirin.
Rojek beriya vê polês ketibûn Mescîda Eqsayê û ji ber midaxaleya wan 205 Filistînî birîndar bûbûn.
Duh jî li Qudsê polêsan midaxaleya Filistîniyan kiribûn û 90 kes birîndar bûbûn.
AA