Li Mescida Eqsayê 200 hezar kesî nimêja eydê kir

Li Mescida Eqsayê 200 hezar kesî nimêja eydê kir

 Li Qudsa Rojhilat ku di binê dagirkeriya Îsraîlê da ye, nêzî 200 hezar kesî di Mescida Eqsayê da nimêja eydê kir.

Li gor daxuyaniya ku ji Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê hat dayîn, nêzî 200 hezar kesan seba nimêja eydê hatin Mescida Eqsayê.

Di rêyên ku dertên herêma Bajarê Kevin ê Qudsa Rojhilatê, tije keç, xort, kal û pîr û zarok bûn. Di rêyan da hem qerebalixiya merivan hem ya wesayîtan çêbû.

Kesên ku li ber deriyên herêma Bajarê Kevin sekinîn, tekbîr anîn. Hat dîtin ku polêsên Îsraîlê li gor demên din, îro kêm bûn.

Piştî nimêja eydê grûbek Filistînî derket ser kembera dora Mizgefta Qubeya Sehrayê, pankart vekir û dijî dagirkeriya Îsraîlê duruşm xwendin.

Piştî nimêjê di kuçeyên Bajarê Kevin da qerebalixî çêbû.

Li Qudsê eyda remezanê bi dîmenên rengîn dest pê kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE