Hat ragihandin li Meşheda li rojhilatê bakurê Îranê ji ber teqîna çêbû 3 avahî hilweşiyan û 10 kes mirin.
Şehram Tahirzadeyê Serokê Rêvebirina Qeyranê ya Zanîngeha Zanistên Tipê ya Meşhedê daxuyanî da Tesnîma ajansa nûçeyan û destnîşan kir ber destê sibehê li ser Kolana Pursînayê teqîn çêbû.
Tahirzade diyar kir ji ber teqînê 3 avahiyên li ser kolanê bi temamî hilweşiyan û 10 kes mirin.
Şehram Tahirzade destnîşan kir ji ber ku avahî hilweşiyan 6 kes li ciyê bûyerê û 4 kes jî li nexweşxaneyê mirin û 5 kesên birîndar jî tên dermankirin.
Tahirzade diyar kir li ciyê bûyerê xebatên ekîban dewam dikin.
Mehdî Rizayiyê Midûrê Îtfaiyeya Meşhedê daxuyanî da têlevizyona dewletê ya Îranê û destnîşan kir teqîn ji ber cêhaza ku avê germ dike çêbû û 15 avahiyên li derdorê jî xisar dîtine.
Rizayî diyar kir lêkolînên li ser bûyerê dewam dikin.
AA