Li Mexribê ji hevbeşên hikûmeta koalîsyonê Yekîtiya Serxwebûnên Neteweyî hilbijartina giştî qezenc kir

Li Mexribê ji hevbeşên hikûmeta koalîsyonê Yekîtiya Serxwebûnên Neteweyî hilbijartina giştî qezenc kir

Li Mexribê di 8ê îlonê da hilbijartina giştî hat kirin û Yekîtiya Serxwebûnên Neteweyî (RNI) yên hevbeşên koalîsyonê bi 97 parlamenteran va hilbijartin qezenc kir.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Mexribê Ebdulvafî Leftît civîna çapemeniyê li dar xist û encamên hilbijartina ku duh hat kirin, eşkere kir.

Leftît diyar kir ji sedî 96ê dengan hatin jimartin û li gor vê ku RNIyê 97 parlamenter qezenc kir û bû serkeftiyê hilbijartinê.

Leftît daxuyand ku Partiya Asalet û Nûjeniyê (PAM) 82, Partiya Îstiqlalê 78, Yekîtiya Sosyalîst 35, Tevgera Gel 26, Pêşketin û Sosyalîzmê 20 û Yekîtiya Makezagonî 18 parlamenter qezenc kirin.

Leftît diyar kir ku şirîkê mezin ê îqtidarê Partiya Edalet û Pêşketinê (PJD) jî 12 parlamenter qezenc kir, 12 parlamenterên mayî jî di nav 12 partiyan da hat parvekirin.

Li gor daxuyaniya fermî ya ku ji Wezareta Karên Navxweyî ya Mexribê hat dayîn, li welêt ji sedî 50,18 beşdariya hilbijartina giştî û herêmî çêbû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE