Li Meydana Tehrîrê ya Iraqê jinên dildar ên çalakvan

Li Meydana Tehrîrê ya wekî navenda çalakiyan jin xwarinê çêdikin, kincan dişon û midaxeleyên tibî dikin û bi vî awayî piştgiriyê didin çalakvanan.

Li Meydana Tehrîrê ya Iraqê jinên dildar ên çalakvan

Jinên ji Iraqê li Meydana Tehrîrê bi dildarî xizmet dikin û piştgiriyê didin çalakiyan.

Li Iraqê çalakiyên ji ber bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên dewletê di 1ê cotmehê da dabûn destpêkirin dewam dikin.

Li Meydana Tehrîrê ya wekî navenda çalakiyan jin xwarinê çêdikin, kincan dişon û midaxeleyên tibî dikin û bi vî awayî piştgiriyê didin çalakvanan.

Jin û qîzên xama li cêrgên pêşîn yên protestoyan cî digrin, doxtor û hemşîreyên jin jî çalakvanên di midaxeleya hêzên ewlekareiyê da birîndar dibin derman dikin.

Um Elî el-Waîliya ji destpêka çalakiyan vir da li Meydana Tehrîrê her roj xwarinê çêdike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Ji destpêka çalakiyan vir da ez li vê derê me. Ji zarokên me ra xwarin lazim dike. Em wekî dê, met, xatiyên ciwanan piştgiriyê didin wan. Em vê ji bo Iraqa welatê xwe dikin."

Um Elî el-Waîliya 64 salî diyar kir ku ji destpêka protestoyan vir da li meydanê her roj bi sedan nanî dipêje û wiha axivî: "Em gişt ewledên malekê ne. Iraqa welatê me, me li ba hev digre."

Li konên li meydanê yên din jî bi dehan jin xwarinan li çalakvanan belav dikin.

Selîma Um Elî li meydana Tehrîrê bi makîneya ji mala xwe aniye va kincên çalakvanan dişo.

Selîme Um Eliyê got, "Hezkî ciwan salekê li vê derê bimînin em ê jî li cem wan bisekinin."

"Em meydanê li mirinê dixwînin, lê em ji revandinê ditirsin"

Dîma Seîda alîkariyê dibe kesên li loqanteya Tirkan a li hemberî Meydana Tehrîrê dimînin jî wiha axivî: "Em li Iraqê çîrokeke din dinivîsînin. Çalakiyên li Tehrîrê navê şoreşekê ye ku jin piştgiriyê didinê."

Dîma Seîdê revandina jinan rexne kir û wiha pê da çû: "Bi şev dema vedigerin malê bavê min tê me dibe. Ez nikarim bi tena serê xwe vegerim malê. Em meydanê li mirinê dixwînin, lê em ji revandinê ditirsin. Heke werim revandin êdî nikarim vegerim mala xwe û malbata xwe bibînim, ez vê dizanim."

Di çalakiyên li Bexdayê da Sebah Mehdewî û Marî Mihemeda çalakvanên jin bi destê kesên nediyar hatibûn revandin.

Mehdewî duh hatibû berdan lêbelê hê ji Marî Mihemeda 20 salî xeberek tune.AA

Dîroka nûkirinê: 15 Mijdar 2019, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE