Li Minbicê jî heman senaryo

Xendekên ku PKK’ê kolane hatin qeydkirin

Li Minbicê jî heman senaryo

Rêxistina terorî ypg/pkk, piştî Efrînê, li derdora Minbicê jî xendek kolan. Xendekên 30 kîlometre dirêj ji asîmanan hatin qeydkirin. Niha jî ew xendekên ku hatine kolan tên ser ekranê.

Tirkiye û Emerîkayê di 4ê Hezîranê de li hev kir.

Ji bo YPG/PKK ji Minbicê derkeve, demeke 90 rojî hat diyarkirin.

Di çarçoveya lihevkirinê de, leşkerên Tirkiye û Emerîkayê li Minbicê 55 caran devrîyeyên bikoordîne kirin.

Lêbelê diyar bû ku rêxistina terorî hêj li herêmê ye û li derdora Minbicê xendekan dikole.

Rêxistinê dora navenda bajêr bi sîper û xendekan dorpêç kir.

Xendekên ku perçe perçe hatine kolan bi temamî 30 kîlometre dirêj in.

Li ber xendekan, ji axê jî sîper hatine çêkirin.

Wek Efrînê, tunelên ku li derdora Minbicê hatine kolan jî balê dikişînin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, rêxistina terorî YPG/PKK, li derdora sînorê Operasyona Mertala Firatê jî endam û cebilxaneyan kom dike.

Tê ragihandin terorîstên ku ji Efrînê çûne Minbicê, li wir ji bo amadehiya pevçûnê civînan jî dikin.

Dîroka nûkirinê: 06 Cotmeh 2018, 11:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE