Li Minneapolisê departmana polêsan a ku George Floyd lê hat kuştin wê were girtin

Li Amerîkayê departmana polêsan a li bajarê Minneapolisê ku George Floydê reşik ê Amerîkayî bi tundiya polêsan hat kuştin, wê were tesfiyekirin

Li Minneapolisê departmana polêsan a ku George Floyd lê hat kuştin wê were girtin

Li gor nûçeyên medyaya Amerîkayê piştî bertekên dijî şîdeta polêsan û protestoyên ku dewam dikin, Konseya Bajêr a Minneapolisê daxuyand ku departmana polêsan wê were girtin.

Seroka Konseya Bajêr a Minneapolisê Lisa Benderê jî got, "Bajarê me plan dike ku têkiliya xwe ya toksîk bi Departmana Polêsan a Minneapolisê ra bi dawî bike."

Benderê diyar kir ku departmana polêsn wê were girtin û şûna wê pergaleke ku wê ewlehiya qamûyê biparêze were çêkirin.

Şaredarê Minneapolisê Jacob Frey erênî nabîne ku departmana polêsan were tesfiyekirin û reformê pêşniyaz dike, lêbelê nikare biryara Konseya Bajêr a Minneapolisê veto bike.

Li tevahiya welêt nêzî du hefteyan e ku xwepêşandêr protestoyan dikin û dixwazin ku dijî şîdeta polêsan çavkaniyên fînansal a teşkîlata polêsan were birîn, piçûkkirin û heta tesfiyekirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE