Li Misirê 6 kesan ji ber endamtiya rêxistina terorê û sûcê kuştina kesekî cezayê îdamê hildan.
Li gor çavkaniyên darazê, Mehkemeya Cezayê ya Demenhurê der barê 6 bersûcan da biryar da ku ew bên îdamkirin, ji 4 kesan ra jî der barê 5 û 25 salan da cezayên hepsê da.
Hat gotin biryara mehkemeyê di nav 60 rojan da dikare bê temyîzkirin.
Bersûc bi endamtiya rêxistina terorê, li bajarê El Buhayrayê kuştina kesekî û hewandina tivinga bimakîne ya bêrûhsat va tên sûcdarkirin.
Mehkemeyê di 20 Tebaxê da der barê 6 bersûcan da cezayê îdamê dabû û ewraqên wan şandibû miftiyê welêt ku ew fikrê xwe bibêje.
Li gor qanûnên Misirê li welêt ewraqên hemû mehkûmên cezaya îdamê hildane ji bo îstîşarêyê divê bişînin miftî. Cezayê muebet ê hepsê jî li welêt 25 sal e.
AA