Li Misrê çalakiya li dijî Sîsî

Li hin meydanên li Qahireya paytextê Misrê cara ewil li dijî Ebdilfetah Sîsiyê Serokomarê Misrê çalakî hatin lidarxistin

Li Misrê çalakiya li dijî Sîsî

Li hin meydanên li Qahireya paytextê Misrê cara ewil li dijî Ebdilfetah Sîsiyê Serokomarê Misrê çalakî hatin lidarxistin.

Welatiyên Misrê yên li hin meydanên bajêr û Meydana Tehrîrê kom bûn dirûşmeyên dijî Sîsî gotin. Di kanalên televizyonan ên mixalif ên li dervayê welêt weşanê dikin û li ser medyaya civakî vîdeoyên çalakiyan hatin weşandin. 

Di van çavkaniyan da tê gotin ku bi taybetî li Meydana Tehrîrê hin çalakvan hatin binçavkirin.

Piştî çalakiyan di hesabên li ser Twitterê da hastaga "Meydana Tehrîrê" bi mijara herî zêde li ser diaxivin.

Bikarhênerên Twitterê bi saya vê etîketê îfadeyên li dijî Sîsî hatin parvekirin.

Di medyaya herêmî da jî hat diyarkirin ku Ziya Sead Kettîniyê kurê Serokê Konseya Gel a Misrê yê berê jî hat binçavkirin.AA

Dîroka nûkirinê: 21 îlon 2019, 15:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE