Li Misrê ji bo 3 mehan OHAL hat îlankirin

Weke hincet rewşa talûke ya tenduristî û ewlehiyê hat nîşandan.

Li Misrê ji bo 3 mehan OHAL hat îlankirin

Serokomarê Misrê Ebdulfettah es-Sîsî ji îşev pê va li tevahiya welêt ji bo 3 mehan rewşa derasayî (OHAL) îlan kir.

Li gor biryarnameya Rojnameya Fermî, ji 28ê nîsanê saet 01.00î pê va li welêt ji bo 3 mehan OHAL hat îlankirin.

Li gor biryarnameyê ji bo ku artêş û teşkîlata asayîşê bi tehdîda terorê ra têbikoşe, li welêt ewlehî were sazkirin, mal û milkên qamû û taybet were parastin û ji bo parastina canê welatiyan, hatin wezîfedarkirin. 

Her wiha li gor qanûna OHALê ya ku hejmara wê 162 ye, Serokwezîr jî dikare rayeyên Serokomar bi kar bîne.

Kê guh nede biryarên ku Serokomariyê dan, wê têkevin hebsê.

Weke hinceta biryarê, rewşa talûke ya tenduristî û ewlehiyê hat nîşandan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE