Li Misrê otobêsa rêwiyan wergeriya: 12 mirî, 34 birîndar

Li Misrê otobêsa rêwiyan wergeriya: 12 mirî, 34 birîndar

Li Misrê otobêsa rêwiyan wergeriya û zarok jî di nav da 12 kes mirin, 34 kes birîndar bûn. 

Li gor nûçeya MENAya ajansa nûçeyan a fermî ya Misrê, li rojhilatê welêt di rêya Qahîre û Suweyşê da otobêsa rêwiyan wergeriya.

Di qezayê da zarok jî di nav da 12 kes mirin, 34 kes birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Misrê heta niha der barê kesên ku di qezayê da mirin da tu daxuyanî nehat dayîn.

Misir li Rojhilata Navîn di nav welatên ku herî zêde qeza lê çêdibin da ye. Li gor rapora ku Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê di 2015an da amade kir, Misir di warê ewlehiya rê da di nav welatên Ereb da 16emîn, li dinyayê di nav 180 welatan da di rêza 109emîn da ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE