Li Parlementoya Misrê testa vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya Şirîn Ferraca parlementer pozîtîf derket.
Silêman Wihdanê Parlementerê Misirê daxuyanî da çapemeniyê û got ku dest bi dermankirina Ferraca ku testa wê ya Kovîd-19ê pozîtîf derket kirin û 12 wekîlên hat tesbîtkirin ku pê ra têkilî danîne jî hildan bin karantînayê.
Wihdan got ku Ferracê vîrus li dervayî Parlementoyê dema têkiliyên xwe yên bi gel ra girt û li Nexweşxaneya Qesr el-Eynî ya li Qahireyê tê dermankirin.
Wihdan ragihand ku dê ji bo 12 parlementerên hat tesbîtkirin ku bi Ferracê ra têkilî danîne jî testa Kovîd-19ê bê kirin û parlementerên navborî ji bo tevdîrê hildan bin karantînayê.
Ferrac hefteya borî beşdarî hevdîtinên budçeyê yên di Parlementoya Misrê da bibû û di Lijneya Giştî da xitabî parlementeran kiribû.
Li Misra ku waqieya ewil di 19ê adarê da hat dîtin heta niha 544 kes ji ber Kovîd-19ê mirin. Li gor daneyên fermî li welêt jimara waqieyan hê jî 10 hezar û 93 ye, li welêt jimara nexweşên baş bûn jî 2 hezar û 326 e.AA