Li Mizgefta Mezin a Silêmaniyê Iraqê di meha remezanê de her roj ji bo 3 hezar kesî xwarin tê çêkirin û belavkirin.
Ev der Mizgefta mezin a Silêmaniyê ya Iraqê ye.
Li mizgeftê wekî her sal vê Remezanê jî ji bo welatiyan xwarin tê çêkirin.
Li Mizgeftê her roj li 3 hezar kesî xwarin tê belavkirin.
Aşpêj her roj xwarinên cur be cur û ji hev xweştir çêdikin.
Xwarin pişt re ji bo belavkirinê yek bi yek tên hazirkirin.
Şêniyên bajêr beriya ku mela bang bide xwarinên xwe hildidin û rojiyên xwe vedikin.