Li Mînneapolîsê xwepêşandêran agir berdan qereqolê

Di navbera polês û xwepêşanderan da ku piranî reşik in şer û pevçûnên pêk tên car caran zêde dibe.

Li Mînneapolîsê xwepêşandêran agir berdan qereqolê

Kuştina reşikê Amerîkayî ev çend roje di rojeva Amerîkayê da cih digire. Li bajarê Mînneapolîsê ya Amerîkayê ku George Floydê Amerîkayî yê reşik ji ber tundiya polêsan can da ev 3 roj in çalakî dewam dikin.

Di navbera polês û xwepêşanderan da ku piranî reşik in şer û pevçûnên pêk tên car caran zêde dibe.

Li gor nûçeyên çapemeniya Amerîkayê xwepêşandêr ketin navenda polêsan a herêma 3yemîn a ku Floyd lê can da û agir berî avahiyê dan û vê yekê di dîmenan da jî xuya kir.

Bi sed hezaran xwepêşandêr xwe ji ser barîkatên polêsan ra avêtin û ketin avahiyê, dest bi talanê kirin û paşê jî agir berî avahiyê dan. Ji ser medyaya civakî hin hesaban jî dema bûyeran awayek zindî weşandin.

 Di vê navberê da polêsan jî bi xaz û xaza rondikrêj va mudaxeleyî xwepêşandêran kir.

Ji hêla din va Waliyê Mînnesotayê Tîm Walz telîmat da ku bila Yekîneyên Parêzvan ên Neteweyî biçin herêmê û tê payîn ku di demeke kurt da ew bigihêjin cihê bûyeran.

- Hawara Floyd a "Bêhna min diçike nikarim bêhna xwe hildim" tundiya polêsan anî rojevê

Polêsan pêr êvarê li Minneapolîsê ji ber şika xapandinê George Floydê 46 salî binçav kiribûn, polêsekî çoka xwe kutabû ser histûyê wî û li ser vê Floyd gotibû "Bêhna min diçike nikarim bêhna xwe hildim" û lavayî wan kiribû.

Hat destnîşankirin ku ekîbên tenduristiya acil Floyd rakiribûn nexweşxaneyê lêbelê ew mir, welatiyên ji rê ra derbas dibûn bi têlefonan dîmenên bûyerê kişandibûn û li ser medyaya civakî parve kiribûn.

Bi belavbûna dîmenan va nîqaşa tundiya ku polês li Amerîkayê dibin ser reşikan ket rojevê, Mînnesota di serî da li gelek bajaran protesto dest pê kirin û didomin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE