Li Mogadîşuya paytextê Somaliyê êrîşa xwekujiyê: 8 kuşti

Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê sitandin, kesê êrîşa xwekujiyê bir ser kafeteryaya li KM4a herêma qerebalix bombeya li ser xwe teqand.

Li Mogadîşuya paytextê Somaliyê êrîşa xwekujiyê: 8 kuşti

Li Mogadîşuya paytextê Somaliêrîşa xwekujiyê birin ser kafeteryayeke li nêzî balafirgehê.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê sitandin, kesê êrîşa xwekujiyê bir ser kafeteryaya li KM4a herêma qerebalix bombeya li ser xwe teqand.

Di teqînê da 8 kes hatin kuştin û 10 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku di nav kuştiyan da Îbrahîm Ebdiyê ku Zanîngeha Stenbol Kulturê xwendibû jî heye. Ebdiyê li Tirkiyeyê bi bursê perwerde dîtibû ji vir 3 meh berê vegeriyabû welatê xwe.

Di daxuyaniya Komeleya Mezûnên Tirkiyeyê ya Somaliyê da wiha hat gotin: "Rihma Xwedê li Îbrahîm Ebdî û birayên me yên din ên di teqînê da hatin kuştin be. Xwedê sebrê bide malbatên wan û serê wan sax be. Xwedê şifayê bide hemû birîndaran."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE