Li Morîtanyayê dijî koletiyê meşiyan

Li Novakşota paytextê Morîtanyayê bi sedan kes ji bo ku li welêt dawî li koletiyê were meşiyan

Li Morîtanyayê dijî koletiyê meşiyan

Li Novakşota paytextê Morîtanyayê bi sedan kes ji bo ku li welêt dawî li koletiyê were meşiyan.

Çalakiya meşê ji aliyê "Manîfestoya Mafên Siyasî, Aborî û Civakî yên Haratînan" va hat lidarxistin û di meşê da dijî koletiyê duruşme hatin berzkirin. Manîfesto di sala 2014an da ji bo ku dijî marjînalkirina koleyan derkeve, hat avakirin. 

Kesên ku beşdarî meşê bûn bangî hikûmetê kirin ku li welêt hemû cureyên koletiyê were rakirin.

Li Morîtanyayê di sala 2015an da qanûn hat derxistin ku koletî sûcê mirovahiyê ye, lê digel vê qanûnê aktivîst dibêjin ku di karên mal û çewlikan da koleyên ku bê pere dixebitin hene.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Nîsan 2019, 12:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE