Li Mozambîkê koma çekdar 52 kes kuşt

Hat ragihandin ku li Mozambîka welatê başûrê Afrîkayê di êrîşa koma çekdar da 52 ciwan hatin kuştin. 

Li Mozambîkê koma çekdar 52 kes kuşt

Berdevkê Polêsên Mozambîkê Orlando Mudumane di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniya herêmî da diyar kir ku li gundê Xitaiya li herêma Muîdumbeya li ser wilayeta Cabo Delgadoyê êrîş hat kirin.

Mudumane ragihand êrîşkaran hewl daye ku ciwanên li gund bikêşên bal xwe û got ku "Ciwan dijî wan derketine û kesên çekdar hêrs bûne û 52 kes qetil kirin."

Mudumane da zanîn ku dijî kesên çekdar operasyon dan destpêkirin.

Li Mozambîkê ji par va dijî avahiyên kamuyê û hêzên ewlehiyê gelek êrîşên terorê hatin kirin.

Ji êrîşan rêxistina terorê ya ku dibêjinê Eş-Şebab berpirsyar tê girtin û hê nehat piştrastkirin ka têkiliya komê bi rêxistina ku li Somaliyê bi heman navê ye ra heye yan tune.

Wilayeta Cabo Delgadoya ku piraniya gelê wê misilman e di heman demê da ji hêla xaza siruştî va xwedî çavkaniyên dewlemend e.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE