Li Mûsila wilayeta Iraqê 6 semt hildan bin karantînayê

Mihemed Qasimê berdevkê maseya qeyranê ya ku di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li navenda wilayeta Mûsilê 6 taxên ku lê Kovîd-19 heye hildan karantînayê. 

Li Mûsila wilayeta Iraqê 6 semt hildan bin karantînayê

Li Mûsila wilayeta Iraqê 6 semtên ku lê vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) hat tesbîtkirin hildan bin karantînayê.

Mihemed Qasimê berdevkê maseya qeyranê ya ku di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li navenda wilayeta Mûsilê 6 taxên ku lê Kovîd-19 heye hildan karantînayê. 

Qasim ragihand ekîbên ku Midûriyên Tenduristî û Parastina Sivîlan li taxên Cosek, Tayaran, Denden, Wadî Hecer, Mûsil Cedîde û Xazlaniyê li mal, kolan û kuçeyan xebata paqijiya tibî ya baldarî dan destpêkirin.

Qasim bal kişand ku ekîbên tenduristiyê bênavber kontrol û miayeneya tenduristiyê ya niştecihên taxê dikin û got ku welatiyên ku pê ra nîşaneyên nexweşiyê hene demildest dê rakin nexweşxaneya herî nêz.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê li welêt jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin 1251, jimara waqieyan jî 34 hezar û 502 ye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE