Li Muşê xebatên vekirina rêyên gundên ku ji ber hewaya nebaş hatibûn girtin dewam dikin.
Li Muşa yek ji wan bajaran e ku lê zivistan dijwar derbas dibe rêya gundê Cevîzlîdereyê ji ber şert û mercên hewaya nebaş hat girtin. Ekîbên paqijkirina berfê ya Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan xebat dan destpêkirin.
Li herêma ku sitûrahiya berfê diavêje ser makîneya kar ekîb ji bo pêşketinê zehmetiyê dikşînin û armanca ekîban ew e ku di nav hefteyekê da xebatan temam bikin.
Şefê ekîba Îdareya Taybet a Bajêr Nazim Dîner daxuyaniya xwe da got ku ji bo ku rêya gund ji bo gihandinê vekirin gelekî dixebitin.
Dîner got ku ekîb fedakarane dixebitin û ji ber ku sitûrahiya berfê zêde ye dê xebat wext bigire.