Li Myanmarê cezayê idamê dan 16 dijberên derbeyê

Li Myanmarê cezayê idamê dan 16 dijberên derbeyê

Li Myanmarê bi îdiaya meriv kuştine, cezayê idamê dan 16 kesên ku dijî derbeya eskerî ne.

Di nûçeya rojnameya Myanmar Nowê da hat ragihandin, danîşîna wan kesan hat kirin ku di çarçoveya lêpirsîna kuştina 3 kesan da hatibûn binçavkirin ku 15ê Adarê li bajarê Yangonê bi îdiaya ji bo artêşa Myanmarê sîxuriyê dikin hatibûn kuştin.

Di nûçeyê da hat diyarkirin, dadgeha eskerî ya Yangonê "piştî hat selimandin ku têkiliya wan bi kuştinan ra heye" ji bo 16 kesan biryara idamê da.

Eqrebayên mehkûmên idamê di daxuyaniya xwe ya dan Myanmar Nowê da îdia kirin, biryar bêyî ku tu delîl hebin hatin dayîn û dadgeha eskerî biryarên siyasî dide.

Bi van cezayên dawîn, li Myanmarê hejmara kesên ku ji derbeya eskerî vir va cezayê idamê danê derket 41ê.

- Derbeya eskerî ya li Myanmarê

Artêşa Myanmarê piştî îdiayên ku di hilbijartina 8ê Mijdara 2020î da hîle hatiye kirin, ragihandibû ku ew ji bo salekê dest datîne ser rêveberiya welêt û 1ê Sibatê da artêşê derbe kiribû.

Artêşê seroka welêt ya niha û Wezîra Karên Derva ya Berê Aung San Suu Çii jî di nav da gelek rêvebirên partiya desthilat binçav kiribûn û salekê rewşa derasayî îlan kiribû.

Di encama midaxeleya biçek a artêşa Myanmarê ya dijî xwepêşandêr û komên serhildêr da heta niha 883 kes hatin kuştin, bi hezaran xwepêşandêr jî hatin binçavkirin.

Li welêt li aliyekî çalakî dewam dikin, li aliyê din jî darizandina endamên hikûmetê di mehkemeya eskerî da dewam dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE