Li Myanmarê di êrîşa bibombe da yek jê parlamenter 5 kes hatin kuştin

Li gor nûçeya malpera Myanmar Nowê, li gundê Zee Olakê ya ser eyaleta Bagoyê duh li gor saeta herêmî di 17.00î da 3 bombeyên ku di nav pakêtekê da li herêma ku Parlamenterê Partiya Demokrasiyê ya Neteweyî (NLD) Thet Hlaing Win lê ye hatibûn bicihkirin, teqiyan.

Li Myanmarê di êrîşa bibombe da yek jê parlamenter 5 kes hatin kuştin

 Li eyaleta Bagoyê ya Myanmara ku derbeya eskerî lê çêbû, di êrîşa ku parlamenter kir hedef da 5 kes hatin kuştin.

Li gor nûçeya malpera Myanmar Nowê, li gundê Zee Olakê ya ser eyaleta Bagoyê duh li gor saeta herêmî di 17.00î da 3 bombeyên ku di nav pakêtekê da li herêma ku Parlamenterê Partiya Demokrasiyê ya Neteweyî (NLD) Thet Hlaing Win lê ye hatibûn bicihkirin, teqiyan.

Di teqînê da digel Parlamenter Win sê polês û sivîlek hat kuştin.

Parlamenter Win piştî derbeyê nêzî Wezîra Karên Derva û pêşenga fiîlî ya welêt Aung San Suu Çii bû.

Tu daxuyaniyeke fermî nehat dayîn bê ka kê êrîş kiriye, lê aktivîstên dijî derbeyê îdia kir ku çeteyên nêzî rêvebiriya eskerî êrîş kirin.

Ji aliyê din va li Bagoyê polês jî di protestoyên dijî derbeyê da cih digirin û beşdarî çalakiya bêîtaetiya sivîl bûn.

- Derbeya eskerî ya li Myanmarê

Artêşa Myanmarê piştî îdiayên ku di hilbijartina 8ê Mijdara 2020î da hîle hatiye kirin, ragihandibû ku ew ji bo salekê dest datîne ser rêveberiya welêt û di 1ê Sibatê da artêşê derbe kiribû.

Artêşê seroka welêt ya niha û Wezîra Karên Derva ya Berê Aung San Suu Çii jî di nav da gelek rêvebirên partiya desthilat binçav kiribûn û salekê rewşa derasayî îlan kiribû.

Di protestoyên ku li Myanmarê dijî derbeya eskerî û binçavkirina endamên hikûmeta hilbijartî hatin kirin da jimara sivîlên di midaxeleya hêzên ewlehiyê da hatin kuştin derketiye 766an.

NY û YE di serî da û Tirkiye jî di navê da gelek sazî û welatan derbe şermezar kiribû û bertek nîşan dabûn.

Gelê Myanmarê di 6ê sibatê da dest bi xwepêşandanan kiribû ku bila dîsa demokrasî pêk bê.

Li aliyekî vî welatî çalakî dewam dikin, li aliyê din jî darizandina endamên hikûmetê li mehkemeya eskerî dewam dike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE