Li Myanmarê di xwepêşandanan da ji ber midaxaleya hêzên ewlehiyê 38 kes hatin kuştin

Li gor daneyên AAPPyê yên li ser medyaya civakî parve kir di rojekê da herî kêm 38 kes hatin kuştin.

Li Myanmarê di xwepêşandanan da ji ber midaxaleya hêzên ewlehiyê 38 kes hatin kuştin

Li Myanmarê di xwepêşandanên duh yên dijî darbeya eskerî hatin kirin da ji ber midaxaleya biçek ya hêzên ewlehiyê herî kêm 38 kes hatin kuştin.

Li gor daxuyahiya Saziya Alîkariya Girtiyên Siyasî ya Myanmarê (AAPP) di xwepêşandanên duh da esker û polêsan bi guleyên rastîn va midaxaleya xwepêşandêran kirin.

Li gor daneyên AAPPyê yên li ser medyaya civakî parve kir di rojekê da herî kêm 38 kes hatin kuştin.

Yek ji serokê xwepêşandêran Zay Phyo ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji bo ku xwepêşandêrên li Yangonê bên belavkirin herî kêm 500 personelên artêşê û gelek polêsan midaxale kirin, çep û rast hema gule berdan ser merivan ku ji ber vê gelek kes hatin kuştin.

Ji 1ê sibatê vir va xwepêşandan dewam dikin ku eva duh bû xwepêşandana herî zêde kes lê hat kuştin.

Suu Çîî îro derdikeve pêş mehkemeyê

Ji hêla din seroka welêt ya niha û Wezîra Karên Derva ya Berê Aung San Suu Çîî îro wê derkeve pêşberî mehkemeya eskerî.

Dema binçavkirina Suu Çîî du caran hat dirêjkirin û ew bi sûcên "binpêkirina qanûnên îtxalat û îxracatê ya welêt" û "belavkirina daxuyaniyên ku gel dixe nav fikar û talaşê" tê sûcdarkirin.

Li Myanmarê darbeya eskerî

Artêşa Myanmarê piştî îdiayên ku di hilbijartina 8ê Mijdara 2020î da hîle hatiye kirin, ragihandibû ku ew ji bo salekê dest datîne ser rêveberiya welêt û 1ê Sibatê da artêşê derbe kiribû.

Artêşê seroka welêt ya niha û Wezîra Karên Derva ya Berê Aung San Suu Çîî jî di nav da gelek rêvebirên partiya desthilat binçav kiribû û salekê rewşa derasayî îlan kiribû.

NY û YE di serî da gelek sazî û welatan darbe şermezar kiribû û bertek nîşan dabûn.

Gelê Myanmarê di 6ê sibatê da dest bi xwepêşandanan kiribû ku bila dîsa demokrasî pêk bê. Di mudaxaleya hêzên ewlehiyê da ji 100î zêdetir xwepêşandêr hatin kuştin, ji 1500î zêdetir kes girtî ne.

Li Welêt li aliyekî çalakî dewam dikin, li aliyê din jî darizandina endamên hikûmetê di mehkemeya eskerî da dewam dike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE