Li Myanmarê di xwepêşandanên dijî darbeya eskerî da gelek kes hatin girtin

Li Myanmarê di xwepêşandanên dijî darbeya eskerî da gelek kes hatin girtin

Li Myanmarê di xwepêşandanên dijî darbeya eskerî da heta niha bi sedan kes hatin girtin.

Li Myanmarê cuntaya eskerî di 1ê Sibatê da dest danî ser rêvebiriya welêt. Ji wir pê va xwepêşandanên dijî darbeya eskerî çêdibin ku heta niha qasî 800 kes hatin girtin.

Li Yangonê li Meydana Hledanê xwendekarên tipê xwepêşandan kirin.

Hat ragihandin polêsan gelek xwendekaran girt, li cihên cuda ên bajêr jî dengê çekan hat.

- Li Myanmarê darbeya eskerî

Artêşa Myanmarê piştî îdiayên ku di hilbijartina 8ê Mijdara 2020î da hîle hatiye kirin, ragihandibû ku ew ji bo salekê dest datîne ser rêveberiya welêt û 1ê Sibatê da artêşê derbe kiribû.

Artêşê gelek rêvebirên partiya desthilat binçav kiribû û saelekê rewşa derasayî îlan kiribû.

NY û YE di serî da gelek sazî û welatan derbe şermezar kiribû. Tirkiyeyê jî bi awayekî tund ev derbe şermezar kiribû, li hemberî welatên Amerîka, Kanada û Îngiltereyê yên ku di derbeyê da tiliya wan heye biryarên mueyîdeyê hildabû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE