Li Myanmarê di xwepêşandanên dijî derbeyê da 7 kes hatin kuştin

Li Myanmarê di xwepêşandanên dijî derbeyê da 7 kes hatin kuştin

Li Myanmarê dijî derbeya eskerî û binçavkirina endamên hikûmeta hilbijartî protesto hatin kirin û hêzên asayîşê midaxeleyî xwepêşandanên protestoyê kirin 7 kes hatin kuştin.

Li gor nûçeyên çapemeniya Myanmarê, li herêma Magwayê hêzên asayîşê midaxeleyî xwepêşandanên dijî derbeyê kirin û 6 kes kuştin, 8 kes birîndar kirin.

Li herêma North Okkalapayê jî xwepêşandêrek hat kuştin.

- Rêxistina Artêşa Arakanê ji lîsteya rêxistinên terorê hat derxistin

Hikûmeta cûntayê ya Myanmarê daxuyand ku ji "Artêşa Arakanê" ji lîsteya rêxistinên terorê hat derxistin.

Li gor daxuyaniya ku ji Komîteya Navenda Têkoşîna Terorê hat dayîn, "Artêşa Arakanê" ji ber ku êdî tu çalakiyên terorê nake, ji 11ê adara 2021ê pê va ji lîsteya rêxistinên terorê hat derxistin.

Myanmarê di 23yê adara 2020î da artêşa Arakanê weke rêxistina terorê îlan kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE