Li Myanmarê hejmara kesên di protestoyan da hatin kuştin derket 753yan

Li Myanmarê hejmara kesên di protestoyan da hatin kuştin derket 753yan

Li Myanmarê di protestoyên dijî derbeya eskerî û binçavkirina endamên hikûmeta hilbijartî hatin lidarxistin da hejmara kesên ji ber midaxeleya hêzên ewlehiyê hatin kuştin derket 753yan.

Di rapora rojane ya Saziya Alîkariya Girtiyên Siyasî (AAPP) da hat gotin li welêt di 24 saetan da 2 kesên din jî hatin kuştin.

Hejmara kuştiyan derket 753yan, hejmara kesên hatine binçavkirin jî gihîşt 3 hezar û 441ê.

- Artêşa Karenê baregeheke artêşa Myanmarê bi dest xist

Yekîtiya Neteweyî ya Karenê (KNU) ya ji komên mixalif pêk tê li başûrê welêt li ser sînorê Taylandê baregeheke artêşa Myanmarê bi dest xist.

Berdevktiya KNUyê daxuyand bi saeta herêmî di saet 04.30yî da li Mutrawa herêma Karenê artêşê li ser baregehê da girt, pevçûn çêbûn û di dawiyê da baregeh hat bidestxistin.

- Li Myanmarê derbeya eskerî

Artêşa Myanmarê piştî îdiayên ku di hilbijartina 8ê Mijdara 2020î da hîle hatiye kirin, ragihandibû ku ew ji bo salekê dest datîne ser rêveberiya welêt û 1ê Sibatê da artêşê derbe kiribû.

Artêşê seroka welêt ya niha û Wezîra Karên Derva ya Berê Aung San Suu Çîî jî di nav da gelek rêvebirên partiya desthilat binçav kiribû û salekê rewşa derasayî îlan kiribû.

Li welêt li aliyekî çalakî dewam dikin, li aliyê din jî darizandina endamên hikûmetê di mehkemeya eskerî da dewam dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE