Li Myanmarê di protestoyên dijî derbeya eskerî û binçavkirina endamên hikûmetê da hetanî niha di midaxeleya hêzên çekdar da 614 kes hatin kuştin.
Di rapora rojane ya Saziya Alîkariya Girtiyên Siyasî da hat destnîşankirin ku di encama midaxeleyên hêzên çekdar da di 24 saetên dawîn da 16 kesên din jî hatin kuştin.
Di raporê da hat gotin ku hejmara kuştiyan bi tevahî derkete 614an û 2 hezar û 857 kes jî hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ku ji bo 500 kesên dijî derbeyê jî biryara binçavkirinê hat dayîn.
Di navbera çalakvanan û artêşê da pevçûn derket
Wekî mayîn di rojnameyên "Myanmar Now" û "The Irrawaddy"a çapemeniya neteweyî da hat gotin ku duh li Tazeya bajaroka eyaleta Sagaîngê di navbera çalakvanan û artêşa Myanmarê da pevçûn derket.
Eskeran bi fîşengên rastî gule berî çalakvanan dan li ser vê çalakvanan jî bi teqemenî û kêran êrîşî eskeran kirin.
Di pevçûnê da 11 çalakvan hatin kuştin, hê nayê zanîn ku gelo tiştek bi eskeran hat an nehat.AA