Li Myanmarê hêlan ket kanê, herî kêm 70 kes winda bûn

Li Myanmarê hêlan ket kanê, herî kêm 70 kes winda bûn

Hat ragihandin ku li bakurê Myanmarê hêlan ket kana kevirê yeşimê, herî kêm 70 kes winda bûn.

Li gor xebera BBCyê li Hpakanta herêma Kachîna eyaleta Myanmarê di saet 04.00an da hêlan ket erdê.

Hat ragihandin ku herî kêm 70 kesên li kanê dixebitîn winda bûn.

Li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirin hê dewam dikin û tê texmînkirin ku piraniya karkerên winda bûn jî karkerên dereqanûnî ne.

Li dinyayê kevirê yeşîmê herî zêde li Maynmarê heye û di nav salan da gelek caran di kanan da qeza çêbûn.

Li herêma Hpakantê xebitandina kanan qedexe ye ligel vê ji ber bêkarî û aboriya ji Kovîd-19ê xirab bû gel guh nade qedexe yê û dikeve kanan.

Çend roj berê jî hatibû diyarkirin ku li herêma hêlan ketiye kanê û 10 karker winda bûne.

Di sala 2020î da piraniya wan koçber 160 karker di qezayên li Hpakantê da miribûn.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE