Li Myanmarê jimara kesên bi destê hêzên asayîşê hatin kuştin derket 710an

Li Myanmarê jimara kesên bi destê hêzên asayîşê hatin kuştin derket 710an

Di protestoyên ku li Myanmarê dijî derbeya eskerî û binçavkirina endamên hikûmeta hilbijartî hatin kirin da jimara kesên di midaxeleya hêzên ewlehiyê da hatin kuştin derket 710an.

Li gor rapora rojane ya Saziya Alîkariya Seba Girtiyên Siyasî di 24 saetên dawî da 4 kesên din hatin kuştin.

Li gor raporê jimara kesên ku hatin kuştin derket 710an, 3 hezar û 80 kes binçavkirî ne, ji bo 697 kesên dijî derbeyê jî biryara binçavkirinê hatiye dayîn.

Heta niha di nav kesên ku hatine kuştin da 50 kes zarok in.

- Li Bogoyê nêzî 100 hezar sivîlan malên xwe terk kirin

Ji aliyê din va li Bogoya ku heta niha 82 kes hatine kuştin, gelek sivîlan malên xwe terikandin.

Aktivîst ji çapemeniyê ra axivîn û gotin piştî ku artêşa Myanmarê di 10ê nîsanê da sivîl kuştin, nêzî 100 hezar sivîlan malên xwe terk kirin û xwe spartin gundên nêzî bajêr.

Di 10ê nîsanê da li Ma Ga Dîta navçeya Bogoyê eskeran gule berdabû xwepêşandêran û herî kêm 82 kes hatibûn kuştin, eskeran hin cesed bi pereyan teslîmî malbatên wan kiribûn.

- Derbeya eskerî ya li Myanmarê

Artêşa Myanmarê piştî îdiayên ku di hilbijartina 8ê Mijdara 2020î da hîle hatiye kirin, ragihandibû ku ew ji bo salekê dest datîne ser rêveberiya welêt û 1ê Sibatê da artêşê derbe kiribû.

Artêşê seroka welêt ya niha û Wezîra Karên Derva ya Berê Aung San Suu Çii jî di nav da gelek rêvebirên partiya desthilat binçav kiribûn û salekê rewşa derasayî îlan kiribû.

NY û YE di serî da û Tirkiye jî di navê da gelek sazî û welatan derbe şermezar kiribû û bertek nîşan dabûn.

Gelê Myanmarê di 6ê sibatê da dest bi xwepêşandanan kiribû ku bila dîsa demokrasî pêk bê. Di midaxaleya hêzên ewlekariyê da 500î zêdetir xwepêşandêr hatin kuştin.

Li aliyekî vî welatî çalakî dewam dikin, li aliyê din jî darizandina endamên hikûmetê li mehkemeya eskerî dewam dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE