Li Myanmarê jimara kesên bi destê hêzên asayîşê hatin kuştin derket 745an

Li Myanmarê jimara kesên bi destê hêzên asayîşê hatin kuştin derket 745an

Di protestoyên ku li Myanmarê dijî derbeya eskerî û binçavkirina endamên hikûmeta hilbijartî da jimara kesên di midaxeleya hêzên ewlehiyê da hatin kuştin derket 745an.

Li gor rapora rojane ya Saziya Alîkariya Seba Girtiyên Siyasî (AAPP) di 24 saetên dawî da kuştina 6 kesên din jî hat piştrastkirin.

Bi rojanekirinê va jimara kesên hatine kuştin derket 745an û hat gotin ku heta niha 3 hezar û 371 kes jî binçavkirî ne.

Di raporê da hat destnîşankirin ku ji bo binçavkirina 1118 kesên li dijî derbeyê jî biryar hatiye dayîn.

- Çalakî dewam dikin

Li gor agahiyên hatin hildan di nav kesên duh hatin kuştin da yek jê keçikeke 14 salî bû û li Mandalayê di mudaxeleya artêşê da gule li serî ketin û can da.

Bi deh hezaran xwendekarên li Yangonê kom bûn û dijî derbeyê ne dirûşmeya "em demokrasiyê dixwazin" berz kirin.

Xwepêşandêran bi pankartan piştevanî da Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya ku di 16ê Nîsanê da parlementerên wê li dijî derbeya eskerî sekinîbûn.

- Derbeya eskerî ya li Myanmarê

Artêşa Myanmarê piştî îdiayên ku di hilbijartina 8ê Mijdara 2020î da hîle hatiye kirin, ragihandibû ku ew ji bo salekê dest datîne ser rêveberiya welêt û di 1ê Sibatê da artêşê derbe kiribû.

Artêşê seroka welêt ya niha û Wezîra Karên Derva ya Berê Aung San Suu Çii jî di nav da gelek rêvebirên partiya desthilat binçav kiribûn û salekê rewşa derasayî îlan kiribû.

NY û YE di serî da û Tirkiye jî di navê da gelek sazî û welatan derbe şermezar kiribû û bertek nîşan dabûn.

Gelê Myanmarê di 6ê sibatê da dest bi xwepêşandanan kiribû ku bila dîsa demokrasî pêk bê.

Li aliyekî çalakî dewam dikin, li aliyê din jî darizandina endamên hikûmetê li mehkemeya eskerî dewam dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE