Li Myanmarê jimara kesên bi destê hêzên asayîşê hatin kuştin derket 796an

Hêzên Parastina Chinlandê (CDF) ku piştî derbeyê dijî artêşa Myanmarê ava bû grûbeke çekdar e jî duh di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha gotibû, "6 şervanên me yên ku Mîndatê ji rêvebiriya eskerî diparêzin, di rêya şoreşa neteweyî da canên xwe feda kirin."

Li Myanmarê jimara kesên bi destê hêzên asayîşê hatin kuştin derket 796an

 Di protestoyên ku li Myanmarê dijî derbeya eskerî û binçavkirina endamên hikûmeta hilbijartî hatin kirin da jimara kesên di midaxeleya hêzên ewlehiyê da hatin kuştin derket 796an.

Li gor rapora rojane ya Saziya Alîkariya Seba Girtiyên Siyasî di 24 saetên dawî da 6 kesên din hatin kuştin.

Li gor raporê jimara kesên ku hatin kuştin derket 796an, 3 hezar û 998 kes binçavkirî ne, ji bo 1679 kesên dijî derbeyê jî biryara binçavkirinê hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniyê kesên ku herî dawîn hatin kuştin, li bajarê Mîndatê yê li ser eyaleta Chinê ye. Li vî bajarî di navbera îsyankarên dijî derbeyê û artêşa Myanmarê da pevçûn derket û 6 kes hatin kuştin.

Hêzên Parastina Chinlandê (CDF) ku piştî derbeyê dijî artêşa Myanmarê ava bû grûbeke çekdar e jî duh di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha gotibû, "6 şervanên me yên ku Mîndatê ji rêvebiriya eskerî diparêzin, di rêya şoreşa neteweyî da canên xwe feda kirin."

- Derbeya eskerî ya li Myanmarê

Artêşa Myanmarê piştî îdiayên ku di hilbijartina 8ê Mijdara 2020î da hîle hatiye kirin, ragihandibû ku ew ji bo salekê dest datîne ser rêveberiya welêt û di 1ê Sibatê da artêşê derbe kiribû.

Artêşê seroka welêt ya niha û Wezîra Karên Derva ya Berê Aung San Suu Çii jî di nav da gelek rêvebirên partiya desthilat binçav kiribûn û salekê rewşa derasayî îlan kiribû.

NY û YE di serî da û Tirkiye jî di navê da gelek sazî û welatan derbe şermezar kiribû û bertek nîşan dabûn.

Gelê Myanmarê di 6ê sibatê da dest bi xwepêşandanan kiribû ku bila dîsa demokrasî pêk bê.

Li aliyekî vî welatî çalakî dewam dikin, li aliyê din jî darizandina endamên hikûmetê li mehkemeya eskerî dewam dike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE