Li Myanmarê seroka têkçûyî Suu Çiiyê 4 sal cezayê hebsê xwar

Li Myanmarê seroka têkçûyî Suu Çiiyê 4 sal cezayê hebsê xwar

Li Myanmarê seroka têkçûyî Aung San Suu Çiiyê di doza ku ji ber tawanbariyên îtxalkirin û emilandina bêtêla dereqanûnî dihat darizandin da 4 sal cezahebsê xwar.

Suu Çiiya ku 1ê Sibata 2021ê bi derbeya eskerî hatibû têkbirin, ji çend dozên ku tê darizandin jê di ya duyemîn da biryar derket.

Dadgeha li paytext Nepîdoyê, 4 sal cezayê hebsê da Suu Çiiya 76 salî ku ji ber îtxalkirin û emilandina bêtêla dereqanûnî, sûcdar dîtibû.

Seroka têkçûyî Suu Çii ji 11 tawanbarkirinên cuda jê ji ber ya yekemîn a sedemên handana gel bo serhildanê û binpêkirina rêgezên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) sûcdar hatibû dîtin û di 6ê Berfanbarê da 4 sal cezayê hebsê xwaribû.

- Derbeya eskerî ya li Myanmarê

Artêşa Myanmarê piştî îdiayên ku di hilbijartina 8ê Mijdara 2020î da hîle hatiye kirin, ragihandibû ku ew ji bo salekê dest datîne ser rêveberiya welêt û 1ê Sibata 2021ê da artêşê derbe kiribû.

Artêşê seroka welêt ya niha û Wezîra Karên Derva ya Berê Aung San Suu Çii jî di nav da gelek rêvebirên partiya desthilat binçav kiribûn û salekê rewşa derasayî îlan kiribû.

Di encama midaxeleya biçek a artêşa Myanmarêya dijî xwepêşandêr û komên serhildêr da heta niha 902 kes hatin kuştin, bi hezaran xwepêşandêr jî hatin binçavkirin.

Di vê navberê da li gorî Saziya Alîkariya Seba Girtiyên Siyasî (AAPP), li welêt ji derbeyê vir va 1400 kes hatin kuştin, nêzîkî 10 hezar kesî jî hatin binçavkirin.

Li welêt li aliyekî çalakî dewam dikin, li aliyê din jî darizandina endamên hikûmetê di mehkemeya eskerî da dewam dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE