Li Nashvilleya bajarê Amerîkayê teqîn

Li navenda Nashvilleya bajarê Tennesseeya eyaleta Amerîkayê serê sibeha Noelê teqîneke mezin çêbû.

Li Nashvilleya bajarê Amerîkayê teqîn

Ofîsa Rêveberiya Rewşa Bilez a Metro Nashvilleyê daxuyanî da çapemeniyê û ragihand ku wesayîteke bi tîpa karavanê yê terkkirî ku li navenda bajêr parq kiribûn li gor saeta herêmî di dora 06.30yî da teqiya û qasî 10 avahiyên li dor û berê jî zirar dîtin.

Piştî teqînê alavên agir û duyê reş ê ji karavanê bilind dibûn ji dûr va dihatin dîtin û hat gotin ku tîmên agirkujiyê jî ji bo vemirandina agir hewl dan.

Berdevkê Beşa Polêsên Metro Nashvilleyê Don Aeron daxuyanî da çapemeniyê û got ku ji ber teqînê 3 kes birîndar bûn û ew jî li nexweşxaneyê hatin tedawîkirin û rewşeke wan a bi talûke tuneye.

Di axaftina xwe da Aeron got: "Li gor qinaeta me ev bûyer bi zanayî hat kirin. Li ser kolana teqîn lê çêbû zirareke mezin heye û em bûyerê vedikolin."

- Der barê teqînê da agahî dan Trump

Di daxuyaniya Qesra Spî da hat gotin ku haya Serokê Amerîkayê Donald Trump bi teqînê hat xistin û geşedanên der barê bûyerê da jî awayek bi rêk û pêk wê bê şopandin.

Waliyê Tennesseeyê Bill Lee jî di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê Twitterê weşand da got ku ji bo tespîtkirina sedema teqînê çi hewce dike wê bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE