Li navçeya Babê ku dikeve bakurê Sûriyeyê, bi kamyoneke bombebarkirî êrîş hat kirin û herî kêm 14 sivîl hatin kuştin, 50 sivîl birîndar bûn.
Li navenda navçeya Babê ku bi Herekata Mertalê Feratê ji terorê hat safîkirin, li cihekî ku çûyîn û hatina sivîlan lê zêde ye, bombeya ku di kamyonê da bi cih kiribûn, hat teqandin.
Di encama êrîşa terorê da li gor tesbîtên ewilîn jin û zarok jî di nav da14 sivîl hatin kuştin, 50 sivîl birîndar bûn.
Ekîbên tenduristiyê şandin cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyên Babê.
Ekîbên Parastina Sivîlan (Kumspî) çûn herêmê û hewl didin ku sivîlên binê enqazan derxin.
Dibe ku jimara mirî û birîndaran zêde bibe.
Piştî teqînê li derdorê zirara madî çêbû.
Pêr jî li navenda navçeya Babê li baregeha kontrolê ya hêzên asayîşê teqîn çêbû û 2 hatibûn kuştin, 7 kes birîndar bûbûn.
Hêzên asayîşê li cihê bûyerê tedqîqat kirin û li ser îhtimala ku YPG/PKKya rêxistina terorê êrîş kiribe, disekinin.
YPG/PKKya rêxistina terorê Til Rifet û Minbic dagir kiriye û timî ji wan deran êrîşî Ezaz, Cerablûs û Efrînê dike.
AA