Li navenda navçeya Resûleynê êrîşa terorê ya bibombe: 2 kuştî

Nêzî avahiya meclisa herêmî ya li navenda navçeya Resûleynê ya ku bi Herekata Kaniya Aştiyê ya ku ji hêla Artêşa Turkiyeyê (TSK) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) hat lidarxistin da ji terorê hat paqijkirin teqîn çêbû.

Li navenda navçeya Resûleynê êrîşa terorê ya bibombe: 2 kuştî

 Li bakurê Sûriyeyê li navçeya Resûleyna di bin kontrola mixalifên eskerî da di êrîşa terorê ya bi wesayîta bombebarkirî hat kirin da li gor tesbîtên ewil 2 sivîl hatin kuştin, herî kêm 7 kes jî birîndar bûn.

 Nêzî avahiya meclisa herêmî ya li navenda navçeya Resûleynê ya ku bi Herekata Kaniya Aştiyê ya ku ji hêla Artêşa Turkiyeyê (TSK) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) hat lidarxistin da ji terorê hat paqijkirin teqîn çêbû.

Di encama teqîna bombeya li wesayîtekî hatibû bicîkirin li gor tesbîtên ewil 2 sivl hatin kuştin, 7 kes jî birîndar bûn.

Birîndarên ku polêsên eskerî yên herêmî jî di nav da bûn sewqî nexweşxaneyên hawirdor kirin.

Ji ber êrîşa terorê kargehên hawirdor jî zirar dît.

Hêzên ewlehiyê yên herêmî li cihê bûyerê lêkolîn dan destpêkirin û li ser îhtimala ku çalakiya terorê ji hêla YPG/PKKya rêxistina terorê va hatiye çêkirin disekinin.

Navenda navçeya Resûleynê ya li bakurê Sûriyeyê di 12ê cotmeha 2019an da bi Herekata Kaniya Aştiyê ji terorê hatibû paqijkirin.

YPG/PKK ji herêmên Eyn Îsa û Til Temira ku lê dagirkeriya xwe dewam dike gelek caran Resûleyn û Til Ebyadê hedef digire û êrîşên terorê dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE