Li navenda Severodonetskê pevçûnên tund dewam dikin

Li navenda Severodonetskê pevçûnên tund dewam dikin

Sererkaniya Ukraynayê ragihand, li navenda navçeya Severodonetskê ku dikeve rojhilatê welêt, bi artêşa Ûris ra pevçûn dewam dikin.

Li gor daxuyaniya Sererkaniyê, Rûsyayê 100 roj berê dijî Ukraynayê şer da destpêkirin û ev şer li aliyê Donetskê dewam dike.

Hat gotin ku artêşa Ûris li aliyê Severodonetskê kozikên artêşa Ukraynayê û li navçeyên Severodonetsk, Borovskoye, Ustinovka û Lisiçanskê bombekirina binesaziya sivîlan didomîne.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li aliyê Donetskê pevçûn dewam dikin, piştî ku ji 10an zêdetir cî û waran zayîata dagirkerên Ûris çêbû, dagirker vegeriyan kozikên xwe.

Hat gotin, ji ber di yekîneyên Ûris da rotasyon derengî ket, moralê eskeran xerab e.

Li Herêma Luganskê li aliyê Popasnayayê herî kêm nîvê tûxaya tivingan a 150yemîn a artêşa Ûris têk çû.

Di 24 saetên dawîn da li xeta şer 5 tank, 3 pergalên topavêj, 2 wesayîtên bizirx û 3 wesayîtên bêfirokevan ên tîpa Orlan-10ê yên Rûsyayê hatin îmhekirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE