Li Neteweyên Yekbûyî skandala YPG/PKKyê

Neteweyên Yekbûyî bi YPG/PKKya rêxistina terorê ra ku navê Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê li xwe dike bi merasimeke fermî ji bona "şervanên zarok yên di nav refên xwe da berde" peyman îmze kir.

Li Neteweyên Yekbûyî skandala YPG/PKKyê

Neteweyên Yekbûyî (NY) bi YPG/PKKya rêxistina terorê ra ku navê Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê li xwe dike bi merasimeke fermî ji bona "şervanên zarok yên di nav refên xwe da berde" peyman îmze kir.

Virgînîa Gambaya nûnera taybet ya zarokên di şerên çekdarî da ya Sekreterê Giştî yê NYê 29ê Hezîranê li ofîsa Cenevreyê ya NYê bi Mezlûm Ebdiyê endamê YPG/PKKyê ra hat bal hev û bi merasimeke fermî ji bona "şervanên zarok yên di nav refên rêxistinê da bên berdan" peyman îmze kir.

Di daxuyaniya NYe da wiha hat gotin: "Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê bi vê peymanê da soz didin ku zarokan wek şervan neemilînin, zarokên di nav refên xwe da tesbît bikin û cuda bikin û di vê mijarê ra tevdîran hildin."

Virgînîa Gambayê der barê peymana ku wek "plana xebatê" tê pênasekirin wiha got: "Ev ji bona parastina zarokên li Sûriyeyê rojeke girîng e û ji bona rêxistinên di bin banê Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê da êdî zarokan wek şervan neemilînin destpêka pêvajoyê ye."

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin plana xebatê "piştî şêwrên ku bi mehan ajot di navbera Neteweyên Yekbûyî û Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê da hat îmzekirin."

Stephane Dujarricê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYê di brîfînga çapemeniyê ya rojane da ji bona peymanê wiha axivî: "Xebatên nûnera taybet  (Virgînîa Gamba) nayê wê meneyê ku meşrûbûneke siyasî dide Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê û komên çekdar ku berê bi wan ra hevdîtin hatine kirin. Karê wê ew e ku zarokan ji şer biparêze. Hevdîtin nayê wê meneyê ku meşrûbûnekê dide komekê."

Dujarric ji bona pirsa Amerîka di nav pêvajoyê da ye yan na jî destnîşan kir plana xebatê di navbera NY û Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê ya paravana YPG/PKKyê da hatiye îmzekirin.

Li gorî rapora NYê di 2016an da di nav YPGyê da 46 zarokên şervan hebûn û ev jimar di 2017an da qederê 5 qat zêde bûbû û derketibû 224an.

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 10:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE