Li New Yorkê protestoya Tirkistana Rojhilatê

Li ber Serkonsolosiya Çînê binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî Tirkên Uygur hatin protestokirin

Li New Yorkê protestoya Tirkistana Rojhilatê

Polîtîkayên zextê yên ku rêvebiriya Çînê li dijî Tirkên Uygur ên li Tirkistana Rojhilatê disepîne, li New Yorka bajarê Amerîkayê ber Serkonsolosiya Çînê hat protestokirin.

Xwepêşandan ji aliyê teşkilata Fikra Neteweyî ya Civata Îslamê (IGMG) ya Amerîkayê va hat lidarxistin û Tirk û Tirkên Uygur ên ku li Amerîkayê dijîn, beşdar bûn.

Xwepêşandêr bi alayên Tirkiye û Tirkistana Rojhilatê va li hemberî Serkonsolosxaneya Çînê ya li Manhattanê civiyan û li ser pankartên ku vekirin "Ji bo Tirkistana Rojhilatê azadî", "Berê xwe neguhêze û xwe kerr neke", "Kuştina Uyguran bidin sekinandin" dinvîsîn û xwestin ku zextên ser Tirkên Uygur demildest bisekinin.

Xwepêşandan nêzî saetekê dewam kir û paşê bi xwendina Qur'ana Pîroz û kirina diayan va kuta bû.

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 17:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE