Li New Yorkê êrîş: 10 kuştî

Li New Yorkê di êrîşa ku birin ser supermarketekê da 10 kes hatin kuştin

Li New Yorkê êrîş: 10 kuştî

Şaredarê Buffaloyê Byron Brown diyar kir, piştî nîvro êrîşî supermarketekê kirin û di êrîşê da 10 kes hatin kuştin, 3 kes jî birîndar bûn.

Hat gotin ji kesên ku rastî êrîşê hatin 4 kes xebatkarên supermarketê ne, di nav kuştiyan da polêsekî ku wezîfedarê ewlehiyê bû û midaxaleyî êrîşkar kir.

Hat gotin ku navê êrîşkar Payton Gendron e û 18 salî ye.

Şahidan jî got ku cil û bergên eskerî li ser êrîşkar bû.

Rayedaran diyar kir, êrîşkar ji derveyî bajar hatiye û ji 13 kesên ku kiriye hedefa xwe jê 11 kes reşik in.

Rayedaran daxuyand, êrîşkar bi tivingê ketiye supermarketê û gule agir kirine, bûyer êrîşeke nîjadperest e û ji bo êrîşê lêpirsîna sûcê nefretê hat vekirin.

Derket holê ku êrîşkar kêliyên êrîşê li ser Twitcha platforma medyaya civakî weşand.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE