Li Îngiltereyê balafira şer a Amerîkayê ket

Li Îngiltereyê balafireke F-15C ya Hêzên Asîmanî yên Amerîkayê di firîna perwerdeyê da ket xwarê.

Li Îngiltereyê balafira şer a Amerîkayê ket

Di daxuyaniya Hêzên Asîmanî yên Amerîkayê li Baregeha Lakenheathê da hat destnîşankirin ku balafireke şer F-15C bi dema herêmê di saet 09.40î da li Behra Bakur ket.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, balafira ji Baregeha Lakenkeathê firê ket, di dema qezayê da peywireke rûtîn a perwerdeyê bi cih dianî.

Di daxuyaniyê da herwisa hat diyarkirin ku ligel rewşa pîlot, sedema qezayê jî hê nayê zanîn û hat gotin ku ji ekîbên lêgerîn û xilaskirinê yên Îngiliz alîkarî hat xwestin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE